Xelîl Xeyalî Modan (1864-1946), rewşenbîrekî Kurd ê serdema Osmanî ye. Ew zimannas, nivîskar û wergêr e. Wî, di salên navbera 1908-1914an de, bi Kurmanciyeke zelal, di weşanên Kurd Te'avun ve Terakkî Gazetesi, Rojî Kurd û Hetawî Kurdê de fikrên xwe yên nûjen belav kirine. Piştî Herba Cîhanê jî bûye yek ji avakarên kovara Jînê. Herwiha wî, ji komeleyên wekî Kurd Te'avun ve Terakkî, Kurd Neşr-i Ma'arif û Hêvî re pêşengî kiriye û bi vî rengî bandoreke mezin li serdema xwe kiriye: Ekrem Cemîlpaşa ji bo wî "mamosteyê Kurdîtiyê" gotiye, li gorî Mehmed Mîhrî ew "yekane zimannas û edîbê muhterem ê Kurdan" e, Qedrî Cemîlpaşa heyranê wî ye, Seîdê Kurdî ew ji bo xîreta millî wekî nimûne nîşan daye. Mijara vê xebatê jî jiyan, berhem, fikriyat û têkiliyên Xelîl Xeyalî ne; armanca wê jî wekî monografiyekê bi kûrahî û ji her alî ve nasandina Xelîl Xeyalî ye. Çimkî nivîsên wî yên li ser ziman, dîrok, wêje û civaka Kurdî û lebatên wî yên di nav komeleyên Kurdî de, ji bo dîroka ronakbîriya Kurdan muhîm in. Ji Meşrûtiyeta Duyem (1908) heta dawiya serdema Osmanî (1923), ji bo Kurdiya nivîskî, modernîzma Kurdan, destpêka edebiyata Kurdî ya modern û avakirina nasnameya neteweyî serdemeke rengîn û berhemdar e. Wekî mekan jî navenda vê serdemê Stenbol e ku Xelîl Xeyalî wî çaxî li Stenbolê ye û yek ji avakarên "Qonaxa Stenbolê" ye. Loma naskirina Xelîl Xeyalî, di heman demê de têgehiştina vê serdemê ye jî.
(Tanıtım Bülteninden)
Neden idefix?
Siparişinizi teslim aldığınız tarihten itibaren 14 gün içinde iade edebilir, iade sürecinin tamamlanmasının ardındansa ödemenizi hızla geri alabilirsiniz.
Kullanıcı dostu ara yüzümüz tüm ihtiyaçlarınıza eksiksiz yanıt verebilmek için tasarlandı. Deneyiminizi uçtan uca kusursuz kılmak adına çağrı merkezimiz ve canlı destek hattımızla ihtiyaç duyduğunuz her anda yanınızdayız!
Siparişlerinizin bir an önce ulaşması için sabırsızlandığınızın farkındayız. Sunduğumuz farklı teslimat seçenekleri arasından size en uygununu belirlemeniz, siparişinizi olabildiğince çabuk veya dilediğiniz zaman aralığında sorunsuz bir biçimde teslim etmemiz için yeterli.
