Heke we karîba ji zengînan bistenda û bidaya feqîran, ma wê kêfa we nehatiba? Ma we jî ne dixwest yên xerab ceza bikira û yên baş biparasta? Gava we dîtiba yên xwedî dewlet, zulm û zorîyê li feqîr û belengazan dikin we yê çi kiriba? Ji bo ku serê we neketiba belayê hûn ê bêdeng bimana ya hûn ê bi wêrekî derketana pêş û we yê alîkariya wan kiriba? Heke hûn jî bibêjin; “Min ê jî wekî Robîn Hood kiriba!” naxwe hûn qet li ser zehmetiyên vê yekê fikirîne? Heke hûn Robîn Hoodek bûna, belkî hûn ê li çol û çiyayan geriyabana, we yê xwe li daristanan veşartiba, hûn ê li derve, ya jî li bin siya darekê, ya jî li şikeftekê, ya jî li bin kendalekî bi hêwa, razabana. Hûn û yên wekî we, hûn ê bibûna yek û we yê diziya wan ên zengîn û zordar kiriba. Ew ên ku bûbûn sebebê jar û perîşaniya we. We yê li welatê xwe li hemberî neheqî û bêdadiyê doz kiriba. Ji bo vê dozê jî wê serê we ketiba belayê; we yê zehmetî kişandiba û we yê nizanîba bê sibê wê serê we li ser kîjan balgîfê bûya? Hûn ê bi tevî hevalên xwe, yên şêr û şên, li hemberî hemû zengînên dilkevir, walîyên xedar, qralên çavsor û keşeyên bêmerhemet, bêetlan û betlan sekinîbana.
Neden idefix?
Siparişinizi teslim aldığınız tarihten itibaren 14 gün içinde iade edebilir, iade sürecinin tamamlanmasının ardındansa ödemenizi hızla geri alabilirsiniz.
Kullanıcı dostu ara yüzümüz tüm ihtiyaçlarınıza eksiksiz yanıt verebilmek için tasarlandı. Deneyiminizi uçtan uca kusursuz kılmak adına çağrı merkezimiz ve canlı destek hattımızla ihtiyaç duyduğunuz her anda yanınızdayız!
Siparişlerinizin bir an önce ulaşması için sabırsızlandığınızın farkındayız. Sunduğumuz farklı teslimat seçenekleri arasından size en uygununu belirlemeniz, siparişinizi olabildiğince çabuk veya dilediğiniz zaman aralığında sorunsuz bir biçimde teslim etmemiz için yeterli.
