"Mewlûda Mela Huseynê Batêyî / Metnê Rexneyî û Lêkolîn" a Zîwer Îlhan derket.
Edebiyata kurd a klasîk, li medrese, mizgeft û di nav tarîqatan de şîn hatiye û bandora xwe li ser gelê kurd kiriye. Mewlûd, bi şiklê mesnewiyan tê nivîsandin û mijara wê çêbûn, zarokatî û pesndana cenabê Muhammed pêxember e. Di nav kurdan de, kevneşopiya nivîsîn û xwendina mewlûdê, bi Melayê Bateyî dest pê kiriye. Mewlûda Mela Huseynê Bateyî di nav kevneşopiyên me de cihekî girîng digire. Qasî girîngiya xwe lêkolînek girîng jî heq dikir.
Zîwer Îlhan di vê xebatê de derheqê 23 nusxeyên mewlûda Bateyî de agahî dide û 14an ji wan berawird dike. Nusxe, beş bi beş, xane bi xane, herf bi herf hatine xwendin û berawirdkirin. Di jêrenotan de çewtî, kêmanî, zêdeyî cudatî hatine nîşandan. Herweha peyvên ku xweş nayên xwendin û tu wateya wan nîne di çarçoveya restorasyona metnê de hatine serastkirin.
Girîngiya vê xebatê ji vê tê ku heta niha tu kesî ev qas nusxe û çap berawird nekirine, ferhengeke Mewlûdê evqasî berfireh amade nekiriye. Mebesta vê xebatê berawirdkirina nusxeyên mewlûda Melayê Bateyî, serastkirina çewtiyên peyvan û li gorî vê jî nivîsîna bi tîpên latinî metneke têkûz e. Ji ber ku metnê resen ne di destê me de ye, ev kar pêwist e weke "Restorasyona Metnê" bê qebûlkirin.
(Tanıtım Bülteninden)
Sayfa Sayısı: 192
Baskı Yılı: 2016
Dili: Kürtçe
Yayınevi: Avesta Yayınları
Neden idefix?
Siparişinizi teslim aldığınız tarihten itibaren 14 gün içinde iade edebilir, iade sürecinin tamamlanmasının ardındansa ödemenizi hızla geri alabilirsiniz.
Kullanıcı dostu ara yüzümüz tüm ihtiyaçlarınıza eksiksiz yanıt verebilmek için tasarlandı. Deneyiminizi uçtan uca kusursuz kılmak adına çağrı merkezimiz ve canlı destek hattımızla ihtiyaç duyduğunuz her anda yanınızdayız!
Siparişlerinizin bir an önce ulaşması için sabırsızlandığınızın farkındayız. Sunduğumuz farklı teslimat seçenekleri arasından size en uygununu belirlemeniz, siparişinizi olabildiğince çabuk veya dilediğiniz zaman aralığında sorunsuz bir biçimde teslim etmemiz için yeterli.
