Lepen Tari Mehmet Özalp
Kargo Bilgileri
Ürün Özellikleri
Benzer Ürünler
Ev kitêb tarîxa devereke Bakurê Kurdistanê (Tetwan-Bedlîs) ya demekî kurt e. Lê bi bawerîya min ev dever bi bûyerên xwe wek nimûneya hemû deverên wê heyamê ye. Em di vê xebatê de rastî bi dehan mirovên kurd yên dilsoz, fedekar û neteweperwer tên; rastî lehengê wek Şewket Epozdemir tên. Di nav wê babelîska dijwar de niviskar bi xwe re me li çiya, gelî-newal, gund û bajarên deverê digerîne Loma jî, ev kitêb ne tenê tarix e, lê herwisa jî coxrafyaya deverê bi me dide nasîn. Zimanê nivîskar sivik e û gelek gotinên devoka herêmê jî bi kar anîye ku ev yek him di xwe îfadekirinê de rehetîyek dide wî û him jî çêj û tameka xweş û cûda dide xwendevan û kesên ku bi ziman bilî dibin. Ew, bûyeran tenê li gor kronolojîyekê bi rêz nake; tenê bi mêjîyê xwe li bûyeran nanêre, bi dilê xwe jî li wan dinêre. Bi gotineka din, ew girêdana di navbera mêjî û dil a însanî de tu car ji bîr nake. Diçe zaroktîya xwe, vedgere mala xwe, Huseynê xwe, dorhila xwe, bi şairane hîsên xwe dighîjîne şehîdên Kurdistanê. Li vir ev xebat, bi awa û stila xwe, xwe nêzîkî romanekê dike. Dr. Celadet Çeliker Ez ji bona vê pirtûka destê hewe de kek Dr. Mehmet Özalp pîroz dikim. Nivîskar di vê xebatê de bîranînên xwe yên salên serokatîya Şaredarîya Tetwanê, bi zimanekî zelal û kurmancîyek delal anîye zimên. Pirtûk wêneyek objektif ji wan rojên tarî, datîne li ber me. Hîvîdarim nifşên piştî me, wê azad bijîn, ne di nav Lepên Tarî de. Cemal Onursal
(Tanıtım Bülteninden)
Neden idefix?
Siparişinizi teslim aldığınız tarihten itibaren 14 gün içinde iade edebilir, iade sürecinin tamamlanmasının ardındansa ödemenizi hızla geri alabilirsiniz.
Kullanıcı dostu ara yüzümüz tüm ihtiyaçlarınıza eksiksiz yanıt verebilmek için tasarlandı. Deneyiminizi uçtan uca kusursuz kılmak adına çağrı merkezimiz ve canlı destek hattımızla ihtiyaç duyduğunuz her anda yanınızdayız!
Siparişlerinizin bir an önce ulaşması için sabırsızlandığınızın farkındayız. Sunduğumuz farklı teslimat seçenekleri arasından size en uygununu belirlemeniz, siparişinizi olabildiğince çabuk veya dilediğiniz zaman aralığında sorunsuz bir biçimde teslim etmemiz için yeterli.