Zana, feqî û melayên Kurd li pê xwe bi sedan destxet hiştin, çi destxetên Kurdî yên nezmê û çi jî yên pexşanî. Bav û bapîrên me yên li medreseyan ji me re ew gencîne hiştin û me jî berhemên stêrkên wêje û zimanê Kurdî bi rêya wan destnivîs, keşkûl û beyazan nas kir. Destnivîsên Kurdî girêdaneke ruhî û pêwendîyeke gîyanî di navbera nifşên berê û niha de ava kirin. Bi saya keşifkirina van destxetan, îro em dizanin ku ziman û wêjeya Kurdî çendîn rengîn û dewlemend e. Di dîroka wêjeya Kurdî de ji nav helbestvanên me yên klasîk para herî mezin ji hêla destxetan ve ya Melayê Cizîrî ye. Fener Rojbeyanî li ser bingeha keşkûla Mîr Îsmaîl Paşayê duyem ev Dîwana Melayê Cizîrî li gel tîpguhezîya Latînî amade kiriye. Rojbeyanî di berhema xwe de hem danasîna keşkûla Mîr Îsmaîl Paşa dike hem jî derbarê nerîta destxetan de lêkolîneke berfireh pêşkêş dike.
(Tanıtım Bülteninden)
Neden idefix?
Siparişinizi teslim aldığınız tarihten itibaren 14 gün içinde iade edebilir, iade sürecinin tamamlanmasının ardındansa ödemenizi hızla geri alabilirsiniz.
Kullanıcı dostu ara yüzümüz tüm ihtiyaçlarınıza eksiksiz yanıt verebilmek için tasarlandı. Deneyiminizi uçtan uca kusursuz kılmak adına çağrı merkezimiz ve canlı destek hattımızla ihtiyaç duyduğunuz her anda yanınızdayız!
Siparişlerinizin bir an önce ulaşması için sabırsızlandığınızın farkındayız. Sunduğumuz farklı teslimat seçenekleri arasından size en uygununu belirlemeniz, siparişinizi olabildiğince çabuk veya dilediğiniz zaman aralığında sorunsuz bir biçimde teslim etmemiz için yeterli.
