Benzer Ürünler
Hemû çîrokên gelêrî ên ku Celadet Alî Bedirxan berhev kiribûn û di Hawar û Ronahî de bi navê "Çîrokbêj" û "Çîrokên Kurdmancî" çap kiribûn, bi eynî navî bûn kitêb û di nav weşanên Avesta de derketin.
Em li vir "Çira Zanînê" ku di kitêbê de wekî destpêk cih girtiye, çap dikin û hemû kedkar û xemxwirên zimanê kurdî bi bîr tînin. Li wextê berê miletek hebû, miletekî mêr û ciwanmêr, lê nezan. Ew milet keti bû bin destên miletine din. Miletên serdest zilm û sitemkarî lê dikirin. Miletê bindest ji heyîna xwe bêxeber, di bin nîrê miletên serdest de hero belengaztir dibû. Lê miletê ji her tiştî bê hay, bi belengaziya xwe jî ne dihesiya.
Rojekê, pîrek ji nav wî miletê bidest rabû. Pir li halê miletê xwe temaşe kir; li ser nexweşiya wî vebû. Kal rabû, elfabeyek çêkir û milet da xwendin. Wî pîrî li xelkê xwe pend û şîret dikirin û digot: -Zarono, li zimanê xwe miqate bin, pihêl pê bigirin, hînî xwendin û nivîsandinê bibin; qedrê zimanê xwe bizanin. Miletekî dîl yê ko zimanê xwe winda ne kiriye dimîne wî hepsiyê ko mifta zindana wî di destê wî de ye. zimanê we heyîna we ye. Hon bi tenê bi ziwanê xwe ji miletine din têne ferq kirin. Û rojekê honê xêra wî ji hêsîriyê xelas bibin.
Milet ji ya pîr kir, hînî xwendi û nivîsandinê bû. Xêra zanînê li her tiştên dinyayê hişyar bû; bi heyîna xwe hesiya. Belê milet zanî ko heta hingê di zindana nezaniyê a tarî de pûyan dibû. Çira zanînê dora milet bi ronî kir. Milet her tişt dîtin. Zorkeran di tariyê de li wî dixistin, Milet ço ne didît. Lê gava zanînê hawir bi ronî kir, milet çoyê zilmê di ser xwe re dît, ew girt û ew şkênand; berê xwe da deriyê zindanê û jê derket. Ji ber ko, herwekî pîr goti bû, mifte pê re bû. Weyl ji wî miletê re ko zimanê xwe winda kiriye.
(Tanıtım Bülteninden)
Sayfa Sayısı: 80
Baskı Yılı: 2014
Dili: Türkçe
Yayınevi: Avesta Yayınları
Neden idefix?
Siparişinizi teslim aldığınız tarihten itibaren 14 gün içinde iade edebilir, iade sürecinin tamamlanmasının ardındansa ödemenizi hızla geri alabilirsiniz.
Kullanıcı dostu ara yüzümüz tüm ihtiyaçlarınıza eksiksiz yanıt verebilmek için tasarlandı. Deneyiminizi uçtan uca kusursuz kılmak adına çağrı merkezimiz ve canlı destek hattımızla ihtiyaç duyduğunuz her anda yanınızdayız!
Siparişlerinizin bir an önce ulaşması için sabırsızlandığınızın farkındayız. Sunduğumuz farklı teslimat seçenekleri arasından size en uygununu belirlemeniz, siparişinizi olabildiğince çabuk veya dilediğiniz zaman aralığında sorunsuz bir biçimde teslim etmemiz için yeterli.
