Belê, çîroka mirovahîyê ku li Xwedayê xwe digere, qet bi dawî nabe. Ew Xwedayê ku xwerû hezkirin e, dilovan e, bexşende ye û ji şahdamarê me nêzîktirî me ye. Rêberîyê û çavdêrîyê li me dike û bi me re eleqedar e. Hem dîse jî ew hunermendekî zêde mezin e. Loma hemû pesin û spasî ji Wî re ne.
Di vê jîyanê de ku wekî çemekî xurt diherike, em mîna morîyekî neçar in û bêhêz in. An jî mirovahî mîna vî kesî ye ku di reş û tarîtîya şevê de û di mijeke zêde tîr de, kêfarat dike ku derdora xwe bibîne û fêm bike. Jîyan jî mîna tiştanokek û xaçepirseke zêde mezin e û kompleks, efsûnî, sirdar û veşartî ye.
Li ber van zehmetî, neçarî û tarîtîyên jîyanê; bêguman çareserî jî heye ku me bi ber ronahîyê û hesanîyê ve bibe. Ew çareserî jî ji hevkarîya wehyê û zanistê çêdibe. Em divê xwe, ji kaosa 'an fîzîk an jî metafîzîk'ê derênin û bi ber aramî û harmonîya 'hevkarî û hevsengîya fîzîkê û metafîzîkê' ve herin. Bila ev tespîta rewşenbîrên me ji me re esas be: 'Dîn perek(baskek) e, zanist jî perek e. Wextê ev her du per hebin hingî mirov dikare bilind bifire...' Ji bo tenduristîya bedenî, aqlî û ruhî û ji bo aramîyê û dilgeşîyê û ji bo pêşveçûna dinyewî; hevsengîya wehyê û zanistê pêwist e. Wehîy û zanist mîna çirayekê ne. Her çiqas carna di destên nezanan û nebaşan de bi çirayê daristan werin şewitandin jî rastîya çirayê ku ji bo ronahîyê û rêberîyê ye, nayê guhertin.
Ji bo jîyaneke watedar û ji bo kirinên me di herheyî de deng vedin bila her tim Afirînerê me li pêşîya her tiştî û di pêşîya herkesî de be.
(Tanıtım Bülteninden)
Neden idefix?
Siparişinizi teslim aldığınız tarihten itibaren 14 gün içinde iade edebilir, iade sürecinin tamamlanmasının ardındansa ödemenizi hızla geri alabilirsiniz.
Kullanıcı dostu ara yüzümüz tüm ihtiyaçlarınıza eksiksiz yanıt verebilmek için tasarlandı. Deneyiminizi uçtan uca kusursuz kılmak adına çağrı merkezimiz ve canlı destek hattımızla ihtiyaç duyduğunuz her anda yanınızdayız!
Siparişlerinizin bir an önce ulaşması için sabırsızlandığınızın farkındayız. Sunduğumuz farklı teslimat seçenekleri arasından size en uygununu belirlemeniz, siparişinizi olabildiğince çabuk veya dilediğiniz zaman aralığında sorunsuz bir biçimde teslim etmemiz için yeterli.
