Benzer Ürünler
Avesta, piştî "Mijabad", "3 Gav û 3darek" û "Mîrname" vêga jî romana nû ya Jan Dost pêşkêş dike: Martînê Bextewer. Berhemên giştî yên edebî yên Jan Dost tev de ji nû ve tên çapkirin. Piştî çapa nû ya "Mîrname"yê 6 kitêb ê di qotiyekê de bên komkirin û bi bihayekî ji yên li ser kitêbê kêmtir bikeve bazarê. Kitêbên di setê de cî digrin, ji xeynî romana nû, tev de çapên nû ne, bi giştî jî çapên duyemîn in. Ev serkeftina edebiyat û zimanê kurdî ye, edebiyata kurdî bi firê dikeve. Di vir de rola sereke ya xwendevanê kurdî ye. Qevdek gul ji bo herkesê ku mil dide vê xebatê...
Martînê Bextewer...
Pirsa qedîm a dîrokî ye; mirov bi pey sirrên jiyanê dikeve, li jiyaneke bextewer digere...
Ji ber ku "...devera ku mirin lê hebe, bextewerî xwe dide paş."
Martîn, bi vê armancê berê xwe dide Şerqê. "Şerqa rûhaniyetê. Şerqa ronahiyê. Şerqa roj û xweşiyê. Şerqa tesewwufê. Li vir çi heye Martîn? Nakokiyên dêran û keşeyan? Bi sedan mîrnişîniyên ku êdî ji qijnikan xerabtir xwîna xelkê dimijin û di pehnavan de rebenan kom dikin û bi şûran hev qir dikin? Welatê dînan e ev welat. Çi li vir heye?"
Martînê Bextewer, ku navê xwe daye vê kitêbê, ji Almanya radibê, li ser şopa vê pirsê ber bi welatên Rojhilat, welatên ku roj lê hiltê dikeve rê. Ji ber ku heta dilê wî nebê warê hikmeteke mezin ruhê wî xilas nabe. Ew dixwaze bigihîje kitêba "El Ifade fî Iksîr el Se'ade."
Û li welatên Rojhilat, di bin ronahiya rojê de rastî heqîqetên jiyanê tê ku ew û rastiyên kitêban li hev nakin.
Dawî dema ji wê "komedya mirovahiyê" a ku li xaneke Bazîdê tê temsîlkirin bi zehmetî xilas dibe, rastî Dawudê Yezdanyarê Mamzêdî tê; "şîret"ên ku Mamzêdî dide Martîn wê hemû zanîn û tecrubeyên wî berovajî bike.
"Martînê Bextewer", sînorên romana kurdî fireh dike...
Martînê Bextewer
Jan Dost
Sayfa Sayısı: 264
Baskı Yılı: 2012
Dili: Türkçe
Yayınevi: Avesta Yayınları
Neden idefix?
Siparişinizi teslim aldığınız tarihten itibaren 14 gün içinde iade edebilir, iade sürecinin tamamlanmasının ardındansa ödemenizi hızla geri alabilirsiniz.
Kullanıcı dostu ara yüzümüz tüm ihtiyaçlarınıza eksiksiz yanıt verebilmek için tasarlandı. Deneyiminizi uçtan uca kusursuz kılmak adına çağrı merkezimiz ve canlı destek hattımızla ihtiyaç duyduğunuz her anda yanınızdayız!
Siparişlerinizin bir an önce ulaşması için sabırsızlandığınızın farkındayız. Sunduğumuz farklı teslimat seçenekleri arasından size en uygununu belirlemeniz, siparişinizi olabildiğince çabuk veya dilediğiniz zaman aralığında sorunsuz bir biçimde teslim etmemiz için yeterli.