idefix’te Satış Yapın
Uygulamaya Özel 200 TL Üzeri Alışverişlerinizde Kargo Bedava !
product image
  • Ürün Açıklaması
  • Ürünün Özellikleri
  • Kampanyalar
  • İptal İade Koşulları
  • Taksit Bilgileri
  • Ürün Değerlendirmeleri (0)
  • Soru ve Cevap (0)

Bêguman her kesek rabîrduya axa ku li ser dijî, reh û riç, malbat û binemala xwe meraq dike. Lewma di mijara rabirdûya (mêjû yan dîrok) xwe û axa xwe de dikeva nav hewldana tevger û lêpirsînan. Ji bo însên, daxwaza hînbûna rabirdûya wî û axa wî rûdaneke normal e. Ew hewldan ji bo kesên xwedan wijdan peywir e û ew peywir jî pîroz e. Bi vê yekê ve girêdayî ev xebat, ji bo kesên ku mêjû û rabirdûya Adiyeman (Semsûr) û derdora wê ji xwe re dike mereq, çavkanî û kanek e.
Ev berhema di destê we de, ji sê beşan pêk tê:
Di beşa pêşî de; Êl, hoz (eşîr), kom û binemalên (bav û bavik) ku di serdema Osmaniyan de jîr û jiyara xwe li herêma Semsûrê diborandin, bi awayekî tesnîfkirî hatine nivîsîn. Ew êl, hoz û binemalên ku di navbera sedeya 16 û 20’an de li herêmê xuya kirine, tevî şûn û warên wan hatine nasandin, pirsên ku di der barê wan de mijara meraqê ne, li gor belgeyên arşîva Osmaniyan hatine bersivandin.
Di beşa duduyan de; Rewşa êl, hoz û binemalên Kurd ên ku di salên derdora 1970’yî de li herêma Semsûrê û derdorên wê dijiyan hatiye nivîsandin. Ew tespîtên di vê beşê de li gor xebat û raportên Serpiriştiya Giştî ya Leşkerî (Genelkurmay) a Komara Tirkiyeyê, hatine kirin.
Di beşa paşîn de; Rewşa êl, hoz û binemalên ku îro jî jîr û jiyara xwe li herêma Adiyeman (Semsûr) û derdorên wê diborînin, lê êdî ji vê pê ve nikarin bi dab û nêrîtên hozeyatî (‘eşîretî) tev bigerin, hatine nasandin.
Di vê beşê de li ser wateya navê êl, hoz û binemalan hatiye rawestîn. Der barê mêjûya (dîrok) êl, hoz û binemalan ya kurte de hin agahî hatine dayîn. Li ser dîn û ayîn (bîr û bawerî), nijad û zar û zimanên ku ew êl, hoz û binemal pê diaxivin hin agahî hatine parvekirin. Herî dawî jî der barê şûn û warên wan êl, hoz û binemalan de hin zanîn hatine parvekirin.
Hêvîdarim xwandina vê berhema ku bi şeklekî nexşeya genên herêma Semsûrê û derdorên wê ye tameke dîrokî di bîra we de bihêle û bibe bersiva pirsên we yên der barê herêmê de…

 

(Tanıtım Bülteninden)

 

Neden idefix?

Kolay İade
Kolay İade

Siparişinizi teslim aldığınız tarihten itibaren 14 gün içinde iade edebilir, iade sürecinin tamamlanmasının ardındansa ödemenizi hızla geri alabilirsiniz.

Müşteri Odaklı Deneyim
Müşteri Odaklı Deneyim

Kullanıcı dostu ara yüzümüz tüm ihtiyaçlarınıza eksiksiz yanıt verebilmek için tasarlandı. Deneyiminizi uçtan uca kusursuz kılmak adına çağrı merkezimiz ve canlı destek hattımızla ihtiyaç duyduğunuz her anda yanınızdayız!

Hızlı ve Sorunsuz Teslimat
Hızlı ve Sorunsuz Teslimat

Siparişlerinizin bir an önce ulaşması için sabırsızlandığınızın farkındayız. Sunduğumuz farklı teslimat seçenekleri arasından size en uygununu belirlemeniz, siparişinizi olabildiğince çabuk veya dilediğiniz zaman aralığında sorunsuz bir biçimde teslim etmemiz için yeterli.