Benzer Ürünler
Peyv, peyva kurdî wekî duhî îro jî xof û sawê dixe dilê qedexekarên ku ji sedê salan û vir ve de bi qewmekî re zimanek kirin mijara heyîn û neyînê.
Di berhema li ber destê we de şair û nivîskar Arjen Arî berî ku xwendevanê helbestê derbasî dîwanxaneya helbestkarên di Antolojiyê de bike wisa dibêje, 'Jixwe ji roja roj, ji wextê nesalixdayî ve "peyv" hebû û peyv digel hemû astengiyên heyî û hêçandî; sînorên stûr, zaraveyên ji hev dûr, elfabeyên cur be cur... dîsa jî gund bi gund, navçe bi navçe, herêm bi herêm geriya...
Ji vê; dagirkerên xak-dabeşker û qewm û çand-wendaker, bi qasî serhildêrî û berxwedêriya mirov, ew evçend ji dilêrî û serhildêriya "peyvê" jî bizdiyan'û paşê bi destê dildarê peyva kurdî digire, wî li tevî xwe derdixe geryaneke ku rêwîtî ji serdema biservebûna hêza peyvê destpê dike...
Rêwitîya ku rêwî carinan li peyvxaneya Biraboz, carinan li dîwanxaneya Ehmedê Xanî radiwestin û dibin mêvan, piştî bîhnvedanekê dikevin ser riyê, sînoran derbas dikin, tên serdana xewletgeha Cegerxwîn, Osman Sebrî, Reşîdê Kurd...
Lê ew di vegerê de nikarin riya xwe ji ser peyveavahîya şairên beriya salên 80'êyî: Gurdilî, Rojen Barnas, Malmîsanij, Mem Ronga, Berken Bereh, Sabah Kara û Arjen Arî dagerînin...
Li erdnîgariya bi kohistan û firewan a ku peyva kurdî lê belav e, nivîskarê berhemê xwendevan bi 'sînoran', sînorên ku îro jî dixwazin peyvê asteng bikin, dihesîne. Berhema ku ji du beşan 'Bakûrê Helbestê' û 'Antolojiya Helbesta Bakûr' pêktê, yekemin berhem e ku bi giştî Helbesta Bakûr, bi taybetî helbestkarên li Bakûr ji xwe re dike 'sînor'!
İnce Kapak:
Sayfa Sayısı: 590
Baskı Yılı: 2012
e-Kitap:
Sayfa Sayısı: 274
Baskı Yılı: 2012
Dili: Kürtçe
Yayınevi: Evrensel Basım Yayın
Neden idefix?
Siparişinizi teslim aldığınız tarihten itibaren 14 gün içinde iade edebilir, iade sürecinin tamamlanmasının ardındansa ödemenizi hızla geri alabilirsiniz.
Kullanıcı dostu ara yüzümüz tüm ihtiyaçlarınıza eksiksiz yanıt verebilmek için tasarlandı. Deneyiminizi uçtan uca kusursuz kılmak adına çağrı merkezimiz ve canlı destek hattımızla ihtiyaç duyduğunuz her anda yanınızdayız!
Siparişlerinizin bir an önce ulaşması için sabırsızlandığınızın farkındayız. Sunduğumuz farklı teslimat seçenekleri arasından size en uygununu belirlemeniz, siparişinizi olabildiğince çabuk veya dilediğiniz zaman aralığında sorunsuz bir biçimde teslim etmemiz için yeterli.
