1.330,00 TL
Benzer Ürünler
Avesta, kitêba Zerdeşt û komberhema herî kevnar a gelê arî ya olî ye ku li gor hin çavkaniyan di destpêkê de ji bîst û yek neskan (beşan) pêk hatiye ku bi derbasbûna demê re û ji ber sedemên cuda, gelek beşên wê winda bûne û niha tenê ji şeş beşên bi navên Gehan, Yesne, Yeşt, Vendîdad, Vîspired û Kurte Avestayê pêk tê ku ji her yekê re defterek tê gotin.
Peyva “Avesta”yê ku di berhemê bi xwe de derbas nebûye, ji pêşgira navdêrsaz a “A” û lêkera “Vîste” bi wateya naskirin, zanîn, peydakirin û peydabûnê (ku li gel peyva “Veda” (Vîd) pirtûka hindiyan a olî hevreh e) pêk tê.
Bi giştî “Avesta” weke “agahîname” yan "zanînname" tê zanîn.
Girîngiya Avestayê ji bo gelên arî û bi taybet kurdan ev e ku gelek bawerî, mîtolojî û çanda bav û kalên wan ên bi hezaran salan berî niha radixe ber çavan.
Xebatên ku berî vê berhemê bi farisî û kurdî hatine kirin belawela ne û hemû beşên Avestayê bi hev re nehatine çapkirin, lê di vê xebatê de hemû beş (şeş defter) bi hev re hatine û her wiha di beşa pêşgotinê de bi awayekî berfireh û birêkûpêk agahiyên baş der heqê Avesta, Zerdeşt, taybetmendî û mijarên beşan û hwd hatine dayîn ku çarçoveyeke baş li bara mezdaperestiyê di mêjiyê lêkolîner û xwendevanan de çêdike.Dîsa di dawiya berhemê de ferhengek li bara peyv û biwêjên Avestayê hatiye nivîsandin.

Neden idefix?
Siparişinizi teslim aldığınız tarihten itibaren 14 gün içinde iade edebilir, iade sürecinin tamamlanmasının ardındansa ödemenizi hızla geri alabilirsiniz.
Kullanıcı dostu ara yüzümüz tüm ihtiyaçlarınıza eksiksiz yanıt verebilmek için tasarlandı. Deneyiminizi uçtan uca kusursuz kılmak adına çağrı merkezimiz ve canlı destek hattımızla ihtiyaç duyduğunuz her anda yanınızdayız!
Siparişlerinizin bir an önce ulaşması için sabırsızlandığınızın farkındayız. Sunduğumuz farklı teslimat seçenekleri arasından size en uygununu belirlemeniz, siparişinizi olabildiğince çabuk veya dilediğiniz zaman aralığında sorunsuz bir biçimde teslim etmemiz için yeterli.
1.330,00 TL